Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN KOBANÊ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

Şêniyên bajarê Kobanê nerazîbûna xwe li hember tecrîda giran a li dijî Rêber APO anîn ziman û gotin, heta ku Rêber APO azad nebe, ti carî aramî û aştî pêk nayê.

Li pêşiya çavên rêxistinên mirovî û hiqûqî, dewleta Tirk a dagirker ev 25 sal in tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne.

Li hemberî girankirina tecrîdê gelê Kurd û azadîxwazên cîhanê di nava çalakiyan de ne û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin.

Têkildarî mijarê şêniyên bajarê kobanê ji Rojava TV re axivîn û gotin dewleta tirk a faşîst dixwaze felsefe û ramanên Rêber APO tune bike.

Her wiha şêniyên kobanê tekez kirin ku heta Rêber APO azad nebe, ti carî aramî û aştî peyda nabe.

Parêzerên Rêber APO ji bo pêkanîna hevdîtinê her hefteyê du caran serî li aliyê peywendîdar didin, lê daxwazên wan herdem bêbersiv dimînin.