Kanala ROJAVA TV

KARGEHA HESIN YA REQAYÊ PÊWÎSTIYÊN HERÊMÊ PÊK TÎNE

Kargeha çêkirina hesin ya bajarê Reqayê ji bo dabînkirina pêwîstiyên herêmê, bi awayekî rojane dixebite û hesin çêdike.
Li bajarê Reqayê roj bi roj kerta avedaniyê geştir dibe û derfetên kar jî zêdetir dibe.
Di kargeha çêkirina hesinan de 350 karker dixebitin û hesin dişînin sûkên herêmê.
Xebatkarên kargehê diyar dikin ku ji ber nebûna alav û amûrên pêwîst ew rastî zehmetiyan tên.