Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINÊN JINAN DAXWAZA DARIZANDINA KUJERÊN ÇALAKVANÊN JIN DIKIN

Sazî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê kuştina çalakvanên jin şermezar kirin û ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku kiryarên Tirkiyê rawestînin.

Akademiya Jineolojî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo bang li NY kirin ku sûcên Tirkiyê yên li dijî jinan rawestînin.

Di daxuyaniyê de şehîdxistina Akademisyen û nivîskara Kurd Nagîhan Akarsel ku 4’ê cotmeha sala derbasbûyî li Silêmaniyê ji aliyê MÎT’ê ve hat hedefgirtin, hat şermezarkirin.

Her wiha behsa xebatên Şehîd Nagîhan hatin kirin û hate gotin ku dewleta Tirk bi şehîdxistina pêşengên Kurd zagonên navdewletî bin pê dike.

Sazî û rêxistinên jinan di daxuyaniya xwe de ji Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Iraqê xwestin ku kiryarên Tirkiyê rawestînin û kujeran darizînin.

Roja 4’ê cotmeha sala derbasbûyî, rojnamevan û çalakvana Kurd Nagîhan Akarsel li pêşiya mala xwe ya li Silêmaniyê hate şehîdxistin. Piştî bûyerê bi çend demjimêran kujer hate girtin û hate aşkerekirin ku plana êrîşê MÎT’a Tirk danîye.