BANGÊN JI BO AZADIYA RÊBER APO ROJ BI ROJ ZÊDETIR DIBIN
Xelkên Şehbayê Tecrîda li dijî Rêber Apo Şermezar kirin û bang li aliyê peywendîdar kirin ku tecrîdê bi dawî bikin .
her wiha destnîşan kirin ku dem dema azadiya fîzîkî ya rêber APO û şikandina deriyên girtîgeha Îmraliyê ye.
Dewleta Tirk her ku diçe tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike û ji Adara sala 2021’an ve tu agahî ji Rêber APO nayên wergirtin.
Li hemberî girankirina tecrîdê û polîtîkayên dewleta Tirk ên qirker, gelê Kurd û azadîxwazên cîhanê bi hêrs in û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin.
Xelkên Şehbayê destnîşan kirin ku Heta Pêkanîna Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo dê asta Têkoşînê bilind bikin .
Her wiha Xelkên Şehbayê diyar kirin ku dem dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî û şikandina deriyên girtîgeha Îmraliyê ye.
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan bi armanca pêkanîna hevdîtinê hefteyê du caran serî li aliyên peywendîdar didin, lê bêyî ku sedem werin naskirin, daxwazên wan bê bersiv dimînin .