LI HERÊMA FIRATÊ 4’EMÎN PÊŞANGEHA WÊNEKÊŞIYÊ DEST PÊ KIR
Li herêma Firatê 4’emîn Pêşangeha Wênekêşiyê dest pê kir.
Pêşangeh li parka Ronîwar a li Kobanê hat vekirin. Tê payîn ku pêşangeh 3 rojan dewam bike.
Li Herêma Firatê bi pêşengiya mamoste û xwendekaran li Parka Ronîwarê 4’emîn Pêşengeha Wênexêziyê bi dirûşma ‘Em çiqas cihereng bin, li ser tabloya welat dibin yek reng’ bi beşdariya 13 xwendekaran dest pê kir.
Pêşengeha Wênexêziyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî xido li Kobanê dest pê bû.
Her 13 xwendekaran bi 54 tabloyan tev li pêşangehê bûn.
Di vekirina pêşangehê de Hevsoroka Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Emîne Hisên axivî û got: “Di her tabloyeke xwendekarên me de çîrokek heye. Em ê bi hunera xwe li hemberî dagirkeriyê bibin bersiv”.
Piştre xwendekarên tev li pêşangehê bûne hatin xelatkirin.