Kanala ROJAVA TV

DI ENCAMNAMEYA KOMXEBATA KONGRA STAR DE BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ HAT KIRIN

Doh li bajarê Qamişlo di çarçoveya kampanyaya ‘Dem dema azadiyê ye’ ji aliyê Kongra Star ve komxebatek hate lidarxistin.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD Foza Yusif û Berdevka Fermî ya YPJ Roksan Mihemed ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku rêber APO kilîta aştî û azadiyê ji bo gelê herêmê ye.

Komxebata bi dirûşma “Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya krîzan stûna bingehîn e” doh ji aliyê Kongra Star ve li hola Zana ya li bajarê Qamişlo de komxebatek hate lidarxistin.

Ji tevger û rêxitinên jinan ên herêmê derdora 100 jin beşdarî komxebatê bûn û gelek axaftin hatin kirin.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD Foza Yusif diyar kir ku hêzên ku rêber Apo dan girtin hemn hêzên ku dixwazin aloziyê li herêmê mezintir û kûrtir bikin.

Her wiha Berdevka Fermî ya YPJ Roksan Mihemed tekez kir ku jinan hebûna xwe ji fikirê rêber Apo îsbat kiriye û xwe ava kiriye.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû. Armanc û pêşniyarên derketin pêş wiha ne:

1-Ji bo azadiya Rêber Apo dê têkoşîn di hemû qadan de dewam bike.

2-Bi armanca xurtkirina eniyeke jinan divê diyalog û peywendî bi tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn re werin pêkanîn.

3- Têkoşîna jinan a ji bo azadiyê were geşkirin.

4-Ji bo aşkarekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan, xebat bi hemû rêbazan werin zêdekirin.

5-Li welatên ku dewlet beşdarî komploya navneteweyî bûne, çalakî û meş werin lidarxistin.

6-Li tevahî welatan tevahî beşên civakê beşdarî meşên ji bo azadiya Rêberî bibin.