LI MINBICÊ SÛCÊN ÇETEYAN ÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ HATIN ŞERMEZARKIRIN
Şandeyek ji Kantona Şehba û Efrînê yên li Minbicê îro bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên dagirkirî şermezar kirin.
Ofîsa birêxistinkirina şandeyên ji Şehba û Efrînê derbarê sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xelkên resen ên herêmên dagirkirî de, daxuyaniyek li bajarê Minbicê dan.
Endamên Encumena Sivîl a bajêr, Şandeyek ji Kantona Şehba û Efrînê ,Kombûna Jinan a Zenûbya, Partiyên Siyasî û Rûspiyên Eşîran tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanc ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker valakirina herêmê û guhertina demografiya wê ye.
Her wiha di daxuyaniyê de bang li Civaka Navnetewî û Rêxistinên Hiqûqî hat kirin ku xelkên resen ên li herêmên dagirkirî ji sûcên çeteyan rizgar bikin û vegereke bi ewle ji bo koçberan peyda bikin.