Kanala ROJAVA TV

ZIMANÊ KURDÎ DI WÎKÎFERHENGÊ DE BÛ ZIMANÊ 8’EMÎN Ê HERÎ DEWLEMEND

Zimanê Kurdî di Wîkîferhengê de zimanên farisî, tirkî û erebî derbas kir û bû zimanê 8’emîn yê herî dewlemend di cîhanê de.

Mamosteyên fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî ya zanîngeha Rojava gotin, ev yek ji bo zimanê Kurdî gaveke girîng e û diyar kirin ku zimanê Kurdî roj bi roj geştir dibe.

bi van riste hevokan hunermend û nivîskarên Kurd û dostên Kurdan evîna Kurdiyê li ber dilê Kurdan geş û xweş kirin.

Zarê Kurdî yê şêrîn qeyd û kelepçiyên ku li dijî wê hatine xêzkirin, dişkîne û zimanên farisî, tirkî û erebî derbas dike û dibe zimanê 8’emîn yê herî dewlemend di cîhanê de.

Li gorî agahiyên Wîkîferhengê ya beşa Wikipediaya Îngilîziyê, zimanê kurdî bi 918 hezar û 123 peyvan di nav 168 zimanan de di rêza 8’emîn a cîhanê de cih digire

Mamosteyên fakulteya ziman û wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojavayê diyar dikin ku ev gav ji bo zimanê Kurdî girîng e û nîşan dide ku Kurdan karîne zimanê xwe, li ber lehiya pişaftinê biparêzin.

Li gorî lêkolînên zimanzanan li seranserî cîhanê bi sedan ziman li ber sekeratê ne û bi tunebûnê re rû bi rû dimînin.

Dagirkerên Kurdistanê jî bi rêbazên cuda xwestine çand û zimanê Kurdî asîmîle bikin, lê li gorî rewşenbîrên Kurd, bi saya xebatên berdewam, gelê Kurd karîne zimanê xwe mayînde bikin.