LI ZANÎNGEHA EL- ŞERQ TOMARKIRINA XWENDEKARAN DEWAM DIKE
Zanîngeha el- Şeriq li bajarê Reqayê ji bo pêşxistina proseya xwendin û akademiyan beşên nû li zanîngehê zêde kiriN.
Di mufadeleya sala xwendinê ya 2023 -2024’an de derfet li pêşiya xwendekaran hat vekirin ku di gelek beşên nû de navên xwe tomar bikin.
Li gorî Endamê komîteya Mufadeleyê Dr. Amar El-Ehmed ji bo sala xwendinê ya 2023/2024 wan beşa lênerînê, endizyariya çandiniyê, beşa Aborî û beşa Dîrokê vekirine.