Kanala ROJAVA TV

ÊZDIYÊN EFRÎNÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ HERÊMÊ ŞEMEZAR DIKIN

Sala 2018’an dewleta Tirk û çeteyên wê bi dagirkirina Efrînê re xelkên wê bi darê zorê koçber kirin.

Beşek mezin ji Efrîniyan berê xwe dan herêma Şehba û li wê derê bi hêviya vegerê bi cih bûn, lê kiriyarên dewleta Tirk bi vê yekê re sînordar neman û rojane jî êrîşî Şehbayê dike.

Endama Yekîtiya Jinên Êzidî Filê Şakiro Ku 5 sal in ji Efrîn koçber bûye û li Til Rifet bi cih bûye dibêje: “Tevî koçberiyê her dem jî rûbirûyî êrîşên dewleta Tirk tên û ji ber ku ragihandin rastiya dewleta Tirk radixe ber çavan, rojnamevanan jî dike hedef

Endama Yekîtiya Êzdiyên Efrînê Nûcîn Hemiko jî got: “Dewleta Tirk bi êrîşên xwe hewil dide me ji Şehbayê jî koçber bike lê gel xwedî vîn e û tu carî dest ji xaka xwe bernade”.

Her çendîn dewleta Tirk xirabtirîn kiryar li dijî xelkên herêmê pêk tîne jî, lê xelkên herêmê berxwedan û sekna li hember dagirkeriyê pejirandin û soza rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera li warên xwe didin.