Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO KOMA ORKESTRA YA ZAROKAN KONSÊRTEK LIDARXIST

Koma Orkestra ya Rojava ya zarokan konsêrtek li dêra yekîtiya Xiristiyan a Encîlî ya li bajarê Qamişlo lidarxist.
Konsêrt bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û bi amadebûna bi dehan zarok û malbatên wan hate lidarxistin.
Di Konsertê de Rêvebera Akademiya Orkestra ya Rojava hunermend Mizgîn Tahir axivî û got: “Piştî perwerdeyeke dem dirêj, şagirtinên me îro dikarin li pêşiya cemawer bisekinin û bi awayekî akademîk stranan bêjin”.
Piştre koma Orkestrayê ku ji 39 zarokan pêk tê hunerên xwe pêşkêş kirin û stranên kurdî gotin.
Akademiya Orkestra ya Rojava sala 2016’an li bajarê Qamişlo hat avakirin. Bi dehan zarokên di navbera 7 heta 17 salî de perwerdeyan li ser amûrên cuda yên mûzîkê dibînin.