ŞÊX Û RÛSPIYÊN EŞÎRAN PIŞTGIRIYA XWE BI QSD’Ê RE ANÎN ZIMAN
Şêx û rûspiyên eşîran, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman.
Her wiha destnîşan kirin ku ew ê li hember hewldan û komployên derxistina fîtneyan û xirabkirina ewlehiya herêmê bisekinin.
Bi armanca şermezarkirina êrîş û komployên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, Şêx û rûspiyên eşîran daxuyanî dan.
Di daxuyniyê de hate gotin ku bûyerên vê dawiyê li Dêrazorê rû dan, ji bo vejandina serdema tarî li Sûriyê bû.
Her wiha destnîşan kirin ku ew ê li hember hewldanên derxistina fîtneyan û xirabkirina ewlehiya herêmê bisekinin.
Şêx û rûspiyên eşîran destnîşan kirin ku tevahî pêkhateyên Herêmê yekgirtî ne û wê li hember pilanên hêzên têkder bêdeng nemînin.
Şêx û rûspiyên eşîran di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku QSD’ê nûnerê rewa û yê yekane yê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û li ser daxwaza eşîrên herêmê hatiye avakirin.