Kanala ROJAVA TV

KOMELEYA WÊNEKÊŞIYA FOTOGRAFÎK BAWERNAME LI ŞAGIRTAN BELAV KIR

Komeleya Wênekêşiya Fotografîk ya Sûrî îro li bajarê Qamişlo bi çalakiyekê bawername li 80’ê kesên ku beşdarî perwerdeyê bûne, belav kir.
Perwerdeya ku li ser kamîre û çawaniya kişandina wêneyan ji aliyê Komeleya Wênekêşiya Fotografîk ya Sûrî ve hatbû vekirin, 3 mehan dewam kir.
Di perwereyê de nêzî 130 kesan cihê xwe girtin.
Komeleyê îro li baxçeyê xwendinê yê li bajarê Qamişlo bawername li 80’ê kesên ku di perwerdeyê de biserketine, belav kir.
Hevserokên Buroya Ragihandina Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û endamên komeleyê di çalakiyê de beşdar bûn.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku divê kesên serkeftî li gorî rastiya herêmê bixebitin.
Piştre bawername hatin belavkirin.