Kanala ROJAVA TV

NAVENDA LÊKOLÎNAN A JINELOJIYÊ LI ŞEHBAYÊ Ş.NAGÎHAN AKARSEL BI BÎR ANÎ

Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê li Şehbayê bi merasîmekê Nagîhan Akarsel bi bîr anî.

Endamên Navenda Lêkolînan a Jinolojiyê tevlî merasîma bîranînê bûn û çalakî lidarxistin.

Di merasîmên şehîd Nagîhan de Endamên Navenda Lêkolînan a Jinolojiyê sêv ku jêre dibêjin sêva hezkirinê bi qurunflê mêx kirin ku wateyeke wê ya menewî û hem jî zanstî heye û diyarî şehîd Nagîhan Akarsel kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nagîhan Akarsel 4’ê Cotmeha sala borî li nêzî mala xwe ya li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê di encama êrîşeke çekdarî de ji aliyê istîxbarata Tirk ve şehîd bû.