Kanala ROJAVA TV

RÛSPIYÊN ÊLA IGÊDAT: EM Ê HERDEM PIŞTEVANIYA QSD’Ê Û RÊVEBERIYÊ BIKIN

Rûspiyên êla Igêdat-eşîra Bekîr bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo QSD û Rêveberiya Xweser piştrast kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Tiştê ku li Dêrazorê dibe fîtne û komployeke ji derve ye. Gelek aliyên li dijî gelê me jî destek dan wê komployê û armanca wan talankirin e.

Em bi QSD`ê û Rêveberiya Xweser re ne û dê li rex şervanên xwe li dijî komploya ji rojavayê Firatê tê kirin, bisekinin.

Rûsipiyan bang li hemû eşîran kirin ku li hemberî kesên têkder bisekinin.

Di dawiyê de rûspiyan gotin, Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi aramî û hevbeşî dijîn û em nahêlin ku aramiya herêmê têk biçe.