DAYÎKA HIND BI RÊYA HELBEST Û ÇÎROKAN BINDESTIYA GELÊ XWE VEDIBÊJE
Dayîka Hind Ebdulqadir ya ji bajarê Kobanê, bi rêya nivîsandina helbest û çîrokan, azarên jinan û bindestiya gelê xwe vedibêje.
Dayîka Hind dibêje, heta ku ew sax be, ew ê di karê nivîsê de berdewam be.
Dagirkerên Kurdistanê bi rêbazên hovane, herdem xwestin çanda gelê Kurd û hebûna wan qir bikin.
Lê di dîroka Kurdan de, jinên Kurd herdem li pêşiya pişaftinê serî hildane û ji bo parastina çanda Kurdî, bênavber xebitîne.
Jinên Kurd di meydanên cengê, rewşenbîrî û civakî de şopeke xwe ya mezin hêlane.
Dayîka Hind Ebdulqadir ya ji bajarê Kobanê jî nimûneyeke zindî ya wan jinan e.
Dayika Hindê dibêje ji ber urf û edetan, jinên Kurd rastî gelek astengiyan hatin.
Dayika Hind diyar dike ku ew çîrokên jinan, helbestan li ser şehîdan û ji bo Rêber Abdullah Ocalan dinivîsine.
Dayîka Hindê tevî temenê xwe yê mezin jî di karê nivîsandinê de berdewam e û çavê wê li benda Kurdistaneke azad û naskirina statuya gelê Kurd e.