ŞAREDARIYÊN ŞEHBAYÊ XEBATÊN XWE YÊN XIZMETGUZARIYÊ BERFIREH DIKIN
Tevî dorpêça giran a Hikûmeta Şamê û êrîşên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker, dîsa şaredariyên gel ên kantona Şehbayê xebatên xwe yên xizmetê didomînin.
Rêveberên şaredariyan diyar dikin ku ew li gorî derfetên xwe yên sînordar xebatên xizmetê pêşkêş dikin.
Şaredariyên gel ên kantona Şehbayê, tevî dorpêça giran a Hikûmeta Şamê û êrîşên dagirkeriyê, dîsa xebatên xwe yên xizmetguzariyê didomînin.
Şaredariyên gel li gorî derfet û karînên xwe yên sînordar û bi hemahengiya li gel komînan, hewl didin daxwazên gel cî bi cî bikin.
Hevserokê şaredariya gel a navçeya Ehdasê Îbrahîm Reşîd ji Rojava TV re behsa karûxebatên şaredariyê dike.
Komîteya avê ya heman navçeyê jî diyar dike ku ew ji bo dabînkirina avê berdewam dixebitin û çend projeyên wan yên cihêreng jî hene.
Li seranserî kantona Şehbayê, şaredariyên gel di nava dorpêçê de berdewamiyê didin xebatên xwe û hewl didin sektora xizmetguzariyê bi derfetên xwe geştir bikin.