Kanala ROJAVA TV

JINÊN CIWAN ÊN KOBANÊ LI DIJÎ KOMPLOYA NAVNETEWÎ MEŞIYAN

Jinên Ciwan ên bajarê Kobanê îro li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek lidarxistin
Meş bi dirûşma “Bi vîna jinên ciwan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin” li dar ket.
Di meşê de bi sedan jinên ciwan ên navçeya Qinê ya rojavayê Kobanê beşdar bûn.
Meşê ji pêşiya Encumena Navçeya Qinê dest pê kir û bi berizkirina dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” “Bijî Berxwedana Gerîla” li çarxerêya Qordînê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de hat diyar kirin ku Hêzên komploger di şexsê Rêber APO de gelê Kurd, gelê azadîxwaz û gelên bindest kirin hedefa xwe.
Her wiha hat gotin, Heya ku Rêber Apo fîzîkî azad nebe, azadiya gelê Kurd û azadiya jinên cîhanê jî pêk nayê.