LI MINBICÊ DEWREYEK ERKA XWEPARASTINÊ BI DAWÎ BÛ
Akademiya Şehîd Ismaîl Musa îro li bajarê Minbicê bi şahiyekê dewreyek erka xweparastinê bidawî kir.
Dewre bi navê Şehîd Cuma Oso hatibû vekirin û mehekê dewam kir , tê de semînerên fikirî yên girêdayî netewa demokratîk, rastî û jiyanê hatibûn dayîn.
Di şahiya dawîkirina dewreyê de kesayetên siyasî, leşkerî û sivîl her wiha şêx û rûspiyên Minbicê beşdar bûn.
Têkildarî bidawîkirina dewreya Şehîd Ismaîl Musa, Ciwanan behsa girîngiya dewreyê kirin.