MSD’Ê BI NAVÊ ALOZIYA SÛRIYÊ Û GIRÎNGIYA DIYALOGA NIŞTÎMANÎ PANÊLEK LI DAR XIST
Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê îro di bin navê Aloziya Sûriyê û Girîngiya Diyaloga Niştîmanî li bajarê Qamişlo panêlek lidarxist.
beşdarên panêlê gotin , gelek alî hene hewil didin proja Rêveberiya Xweser ji holê rabe lê bi rêya diyaloga niştîmanî dê ev hewildan bên têkbirin.
Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê îro di bin diruşmeya “Aloziya Sûriyê û Girîngiya Diyaloga Niştîmanî” panêlek lidarxist.
Panêl bi beşdarbûna kesayetên ji sazî , partiyên siyasî, rewşenbîrî, Encumenên civaka sivîl û kesên serbixwe li hola Zana ya bajarê Qamişlo hat li dar xisitn.
Panêl li ser du beşan hate nîqaşkirin.
Di Beşa yekemîn de behsa aloziya Sûriyê ji aliyê Hevseroka Encumena MSD’ê Emîna Omer ve hate kirin û hate gotin , gelek alî hene hewildidin proja Rêveberiya Xweser ji holê rakirin lê bi rêya diyaloga niştîmanî Sûrî-Sûrî dê van hewildanan têk bibe.
Beşdarvanên panêlê tekezkirin ku tevî hemû rewşên herêm tê re derbas dibe ew li pişta Rêveberiya Xweser in.
Di beşa duyemîn de jî giringiya diyaloga niştîmanî ji aliyê Hevserokê buroya Têkiliyên MSD’ê Hisên Ezam ve hate nîqaşkirin û hate gotin , pir girînge diyoalogeke niştîmanî bê lidarxistin da ku her aliyên Sûrî nêrîna hev bipejirînin û dawî li aloziyê bînin.
Panêla Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê bi nîqaşkirin û girtina nerînan bi dawî bû.