Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎD RÛKEN ZELAL Û SARA TOLHILDAN LI KOBANÊ HATIN BIBÎRANÎN

Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê şehîd Rûken Zelal û Sara Tolhildan di salvegera yekemîn a şehadeta wan de bi bîr anî.

Merasîm bi dirûşma ‘Cenga azadiyê bi ser bixin’ li avahiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê li bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Di merasîmê de nameyên her du şehîdan ku beriya çalakiya xwe ya fedaî li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar bixin nivisîbûn, hatin xwendin.

Piştre sînefizyonek têkildarî kurtejiyana her du şehîdan hate pêşandan.