XELKÊN QAMIŞLO ŞEHÎD YELMAZ ŞERO DI SALVEGERA WÎ DE BI BÎR ANÎN
Şehîd yelmaz Şero û zeyneb saroxan di salvegera yekemîn a şehadeta wan de hatin bibîranîn.
Di merasîmên bîranînê de soza Şopandina rêya şehîd Zeyneb û yelmaz Şero hate dayîn.
Xelkên Qamişlo, şehîd yelmaz Şero di salvegera yekemîn a şehadeta wî de li goristana Şehîd Delî Saroxan bi bîr anîn.
Di merasîma bîranînê de nûner û endamên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, partiyên siyasî û malbata şehîd Yelmaz Şero beşdar bûn.
Her wiha axaftin hatin kirin û hate tekezkirin ku ew ê her dem xwedî li şehîdan derkevin.
Merasîma bîranînê bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.
Her wiha PYD’ê û malbatên şehîdan, şehîd Zeyneb Saroxan di salvegera yekemîn a şehadeta wê de li goristana Şehîd Dijwar a Hesekê bi bîr anîn.
Şandeyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, PYD’ê, Kongra Star, Desteya Jinan a Herêma Cizîrê, Encumena Kantona Hesekê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, malbata şehîd Zeyneb tev li merasîma bîranînê bûn.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û soza Şopandina rêya şehîd Zeyneb û tevahî şehîdan hate dayîn.
Di dawiya merasîmê de beşdaran berxwedana şehîdan silav kirin.
Her du Hevserokên Buroya Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan û Yelmaz Şero 27’ê Îlona sala derbasbûyî di encama bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk li dijî erebeya wan li gundê Til-Ceman ê ser bi navçeya Girkê Legê ve şehîd bûn.