Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA JI BO AZADIYA RÊBER APO BI DAWÎ BÛ

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê bi lidarxistina çalakiyeke protestoyî bi dawî bû.

Beşdaran tekez kirin ku ew ê têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin ku Rêber Abdullah Ocalan, ji bo gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê xebat kir.

Her wiha hate destnîşankirin ku divê tevahî gelên cîhanê û herêmê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin.

Di dawiya çalakiya protestoyî de beşdaran durişmeya ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kirin.