Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ BI BANDORÊN NEYINÎ YÊN ÊRÎŞ Û DORPÊÇÊ RE RÛ BI RÛ NE

koçberên efrînî bi bandorên neyinî yên êrîş û dorpêçê re rû bi rû ne.
Koçbera bi navê Şadiya Necar ji Rojava Tv re behsa êş û azarên koçberiyê dike û dibêje dorpêç barê wan girantir dike .
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn dagir kirin, şêniyên wê neçar man ku ji malên xwe koçberî Şehbayê bibin û di kampan de bi cih bibin.

Tevî rewşa koçberiyê ya dijwar, Hikûmeta Şamê jî dorpêçê girantir dike û li aliyekî din jî dewleta Tirk êrîşên xwe didomîne.

Koçbera bi navê Şadiya Necar ji Rojava Tv re behsa êş û azarên koçberiyê dike û dibêje dorpêç barê wan girantir dike.

Her wiha Şadiya Necar bang li rêxistinên Mirovî dike ku Dorpêça Hikumeta Şamê bi dawî bikin û bi wan re bibin alîkar .

Li hemberî şert û Mercên zehmet ên koçberiyê, Koçbera bi navê Şadiya Necar li kampa ku lê dimîne kulîlk û dar çandiye û bi vê yekê bîranînên xwe yên li Efrînê zindî dike.