Kanala ROJAVA TV

ÇALAKIYA KONVEDANÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO LI HESEKÊ DEWAM DIKE

Bi dirûşma ‘Azadiya Serok Apo misogeriya aştiya li Rojhilata Navîn e’ çalakiya konvedanê li bajarê Hesekê dewam dike.

Beşdarên çalakiyê bêdengiya dewletên navneteweî şermezar kirin û diyar kirin ku her çiqas dewleta Tirk a faşîst tecrîda li dijî rêber Apo girantir bike, her zêdetir gelê me bi hêrs dibe.

Beşdarvanên çalakiya konvedanê ya li bajarê Hesekê bertekên tund li dijî tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan dan.

Beşdarvanên çalakiyê diyar kirin ku her çiqas dewleta Tirk a faşîst tecrîda li dijî rêber Apo girantir bike her zêdetir gelê me bi hêrs dibe.

Her wiha beşdaran bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar kirin û anîn ziman ku ew daxwaz ji aliyên peyîwendîdar dikin ku hevdîtinê bi rêber Apo re bikin û agahî jê were naskirin.

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê 9’ê Îlonê ragihandibû ku ew ji bo şermezarkirina tecrîdê û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘Azadiya Serok Apo misogeriya aştiya li Rojhilata Navîn e’ çalakiyên cihereng lidar dixe.