OFÎSA JINAN ÇALAKIYEK WERZIŞÎ JI BO KEÇAN LIDARXIST
Ofîsa Jinan di Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi diruşmeya ‘Na ji tundiya li ser jinan re’, çalakiyek werzişî ji bo keçan lidarxist.
Çalakî bi beşdariya nêzî 80 jinên ciwan ji seranserî Herêma Cizîrê li stada 12’ê Adarê hate lidarxistin.
Di bernameya çalakiyê de pêşbirkên werzişî yên wekî şetrenc, tenîsa masê, futbol û basketbolê pêk hatin.
Di dawiya çalakiyê de ji Serkeftiyên asta yekemîn û duyemîn hatin xelatkirin.