Kanala ROJAVA TV

JI BER DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ KERTA TENDURISTIYÊ LI ŞEHBAIYÊ TÊK ÇÛYE

Ji ber dorpêça giran ya Hikûmeta Şamê sektora tenduristiyê li Şehbayê têk çûye û derman nayêne peydakirin.
Dayîka nexweşekî ji Efrîna dagirkirî Fîdan Mihemd Elî ji Rojava TV re dibêje, ew nikarin dermanên pêwîst ji bo kurê xwe yê nexweş dabîn bikin.

Ev koçberekî ji Efrîna dagirkirî ye, tûşî nexweşiyeke giran bûye û pêdiviya wî bi dermankirinê heye, lê ji ber dorpêça Hikûmeta Şamê û nebûna dermanan, rewşa wî ya tenduristî her ku diçe xirabtir dibe.

Dayîka wî Fîdan Mihemd Elî niha xizmetî kurê xwe yê nexweş dike û diyar dike ku bi tenê desteya Tnduristiyê alîkariyê pêşkêşî wan dike.