Kanala ROJAVA TV

DESTEYA JIN A RÊVEBERIYA XWESER BANGA SEPANDINA BIRYARÊN NAVNETEWÎ KIR

Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê,bi daxuyaniyekê banga sepandina biryarên navdewletî yên di aliyê maf û azadiyên jinan de, kir.
Bi dehan Rêveberên Jin ên Rêveberiya Xweser li pêşiya avahiya rêveberiya Xweser li Reqayê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de jinan banga sepandina biryarên navneteweyî yên têkildarî maf û azadiya jinan, di nav de jî peymana SÎDAW û biryarên 18 20 û 13 25 yên Neteweyên Yekbûyî kirin.
Her di daxuyaniyê de hate gotin parastina jinan li hemberî tundiyê pêwîstiyeke.