LI SERANSERÎ HERÊMÊ ŞAHIYÊN JI BO DAMEZIRANDINA PYD HATIN LIDARXISTIN
Bi boneya salvgera 20’an a damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê doh li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî hatin lidarxistin.
Di şahiyan de endamên PYD’ê, Xelkên herêmê û saziyên Sivîl beşdar bûn.
Em temaşe bikin.
Doh çalakiyên pîrozbahiya salvegera 20’emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk PYD bi drûşma “Bîst sal in têkoşîna me ji bo xurtkirina projeya netewa demokratîk û bidestxistina azadiya jinê û Sûriyeya demokratîk berdewam e” li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kirin.
Di vê çarçoveyê de PYD’ê şahiyek li bajarê Hesekê li taxa Kebaba lidarxist.
Şahî bi beşdarbûna hevserokê PYD’ê Salih Muslim, nûnerên êlên kurd û ereb, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û nûnerên MSD’ê hat lidarxistin.
Endamê Partiya Ykîtiya Demokratîk PYD’ê Ebd El Xenî Oso tekez kir ku PYD Ji bo birêxistinkirina gel têdikoşe û avakirina wê girîng bû.
Her wiha PYD’ê li navçeya Dirbêsiyê şahiyek lidarxist.
Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk, xelkên navçeyê û endamên saziyên sivîl di çalakiyê de beşdar bûn.
Endamê PYD Îsam El Hesen diyar kir ku PYD li ser bingeha têgeha neteweya demokratîk hate avakirin.
Li herêma Firatê jî li hola Firat çalakiyek pîrozbahiyê bi boneya salvgerê hate lidarxistin.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Herêma Firatê Ehmed Xoce axivî û Salvegera damezrandina partiyê li hemû şehîdan, Rêber APO û tevahî gelên herêmê pîroz kir.
PYD malbata şehîd Şîlan Kobanê û malbata şehîd ciwan xelat kirin.
Piştre di şahiyê de xelekên govendê hatin gerandin û senefizyonek li ser damezrandina partiyê hat pêşandan.
Salih Nûh endamê encûmena gîştî yê partiya yeketiya Demuqratîk anî ziman ku PYD di 2003’an de hate damezirandin ji bo ku gel bi rêxistin bike û ji qirkirinê xilas bike.
PYD yek ji saziyên herî çalak di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.
Ji bo bidestxistina mafan kar û xebatê dike.