DEWLETA TIRK A DAGIRKER BI DIJWARÎ ÊRÎŞÎ GELÊ HERÊMÊ DIKE
Hevseroka Encumena bajarê Kobanê Leyla Ehmed û Hevserokatiya Rêvberiya Veguhestinê derbarê êrîşên dewelta Tirk a dagirker li dijî herêmê ji Rojava tv re axivîn û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan ew e ku ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.
Her wiha Hevserokatiya Rêvberiya Veguhestinê ya bajarê Kobanê Dilxwaz Necîb behsa êrîşên vê dawiyê bi blafirên bêmirov kir û got, dewleta Tirk bi van êrîşan armanc dike bêaramiyakê li herêmê çêbike.
Desthilata faşîst a dagirker bi hemû rê û rêbazên bêexlaqî dest bi tunekirina nasnameya gelê Kurd dike.
Bi van rêbazan hemû kesayetên neteweyî yên ku ji bo misogerkirina mafên rewa û wekheviya di navbera hemû gelên cîhanê de têdikoşin, dike hedef.