JINÊN EFRÎNÊ ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN DEWLETA TIRIK ŞERMEZAR KIRIN
Jinên Efrînê êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û şikandina hêza jina, êrîş û kiryarên xwe pêk tîne.
Ji dema koçberkirina şêniyên kantona Efrîna dagirkirî di Adara 2018’an de ber bi kantona Şehbayê ve, rojane bi êrîşên dewleta tirk a dairker re rûbirû dimînin.
dewleta tirk di êrîşên xwe de rasterast sivîlan dike hedef û komkujiyan ji li dijî xelkên efrînê pêktîne.
Girêdayî vê yekê, Endama Kongra Star ya navçeya Ehrezê Botan Qasim diyar kir ku dewleta Tirk ji bo têkbirina Projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de êrîşan li dijî gelê herêmê pêk tîne.
Her wiha Endama Mala Jin Fîdan Elî anî ziman ku dewleta Tirk a dagiker ji hêza jinan ditirse, lewma her dem wan hedef digre.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî niştecihên resen ên kantona Efrîna dagirkirî yên revandin, kuştin, tecawizkirin, guhertina demografiyê û birîna daran li ber çavê cîhanê didomînin.