ROJ BI ROJ BANGÊN ŞIKANDINA TECRÎDÊ Û AZADIYA RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN
Endamên encumena malbatên şehîdan ya bajarê kobanê derbarê tecrîda li dijî rêber apo ji rojava tv re axivîn û diyar kirin ku armanca dewleta tirk a faşîst ji tecrîdê ew e ku gel û rêber Apo ji hev qut bike
her wiha soza bilndkirina asta têkoşînê heta azadiya rêber apo dan.
Rêber Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin.
Ev nêzî 2 salan e ji rêber Apo tu agahî nehatine wergirtin. Ji bo hevdîtinê jî çi serlêdan tên kirin, hemû tên redkirin an jî bê bersiv tên hiştin.
Têkildarî mijarê endamên encumena malbaêtn şehîdan ya bajarê kobanê diyar kirin ku armanca dewleta tirk a faşîst ji tecrîdê ew e ku gel û rêber Apo ji hev qut bike.
endamên encumenê tecrîda li dijî rêber apo şermezar kirin û anîn ziman ku tecrîd ne tenê li dijî rêber Apo ye li dijî tevahî gelê kurde.
Bangên Şikandina Tecrîdê û azadiya rêber Abdullah Ocalan roj bi roj zêdetir dibin lê ne Civaka navneteweyî û ne jî rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe ranabin û xwe li hember Kiryarên li dijî Rêber Apo bê deng dikin.