KOMÎTEYÊN LIHEVANÎNÊ ROLEK SEREKE DI PÊŞXISTINA CIVAKÊ DE DILÎZIN
Di çareserkirina nakokiyan de komîteyên lihevanînê yên Reqa xwedî roleke bibandor û mekanîzmayeke zelal in.
Komîteyên lihevanînê yên Reqa ji komîteyên herî girîng û çalan ên encumenê ne ku têkiliya bi tevahî civakê re heye û roleke sereke di çareserkirina pirsgirêkan de dilîze.
Berdevkê nivîsgeha komîteyên lihevanînê di Encumena Hêlîn Cûdî de Ehmed El-Xelef got , ew bi awayekî xwebexş di nivîsgeha lihevanînê de kar dike da ku beşdarî çareserkirina pirsgirêkan bibe.