Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ BENDÊN ZAGONA MALBATÊ HATIN NÎQAŞKIRIN

Şaredariya Gel a Reqa bi hevkariya desteya Jin a Rêveberiya Xweser ji bo danasîna zagona malbatê, komxebatek li dar xist.
Bi dehan jinên Reqayê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û tevgerên jinan beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de 39 bendên zagona malbatê hatin xwendin û nîqaş li ser wan hatin kirin.
Desteya Jin dibêje, bi rêya bendên zagonê, dê mafên tevahî endamên malbatê bêne parastin û rêxistinbûna malbatan bê avakirin.
Her wiha diyar dike armanca wan avakirina civakeke zana û perwerdekirî ye.
Piştre beşdaran nêrîn û pêşnîyazên xwe parve kirin.