Kanala ROJAVA TV

SOTEMENIYA HESEKÊ BI HEVKARIYA KOMÎNAN MAZOTA ZIVISTANÊ BELAV DIKE

Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Hesekê bi hemahengiya li gel komîn û encumenan, ji destpêka meha Tebaxê ve, mazotê li tax, navçe û gundewarên Hesekê belav dike.
Li gorî Rêveberiya Sotemeniyê ya Hesekê wan heta niha mazot li zêdetirî 80 hezar malbatan belav kiriye.

Rêveberiya Sotemeniyê ya kantona Hesekê di belavkirina mazota demsala zivistanê de berdewam e.

Rêveberiya Sotemeniyê bi hemahengiya ligel komîn û encumenan, ji destpêka meha Tebaxê ve, mazotê li ser tax, navçe û gundewarên Hesekê belav dike.

Ji bo her malbatekê 300 lître mazot bi buhayê 105 hezar lîreyên Sûrî tê pêşkêşkirin.

Şêniyên kantona Hesekê jî spasiya Rêveberiya Sotemeniyê û komînan dikin û diyar dikin ku kalîteya mazotê baş e.

Li gorî amarên Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Hesekê wan heta niha mazot li zêdetirî 80 hezar malbatan belav kiriye û bi rêzê ew ê bigihînin tevahî welatiyên herêmê.