RÛKEN MELE ÎBRAHÎM: TIRKIYÊ DIXWAZE PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER TÊK BIBE
Têkildarî hedefgirtina jinan û pêşengên şoreşê, cîgira seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm dibêje, armanca êrîşan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Her wiha tekez dike ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji bo têkbirina destkeftiyên şoreşê û aramiya herêmê bênavber êrîş dike.
Dagirkeriya Tirk di êrîşên xwe de pêşengên şoreşê, saziyên perwerdeyê û binesaziya herêmê hedef digre.
Têkildarî mijarê cîgira seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm dibêje, armanca êrîşan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Her wiha Rûken Îbrahîm diyar kir ku ew ê ti carî li hemberî êrîşan serî netewînin û şoreşa xwe bi ser bixin.
Tevî êrîşên Tirkiyê yên berdewam û hedefgirtina fermandarên ku li dijî terora DAIŞ’ê şer kiribûn, lê heta niha Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên ku nav li xwe dikin garantor in, bêdeng in.