XELKÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ CENAZEYÊ ŞERVANEKÎ YPG SPARTIN AXÊ
Xelkên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG’ê Sîpan Efrîn oxir kirin.
Her wiha Encumena Malbatên Şehîdan a kantonê nasnameya şehîd Rojda Mahir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye aşkere kir.
Bi hezaran xelkên Efrîn û Şehbayê tevlî merasîmê bûn.
Merasîm ji nexweşxaneya Avrîn dest pê kir û li Gioristana Şehîdên Berxwedana Serdemê veguherî mîtîngê.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Piştre Hesen Berko li ser navê saziya malbatê Şehîdan axivî û sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.
Di heman merasîmê de Şehîd Rojda Mahir a ku li herêmên Parastina Medyayê şehîd bûye hat bibîranîn û wesîqeya şehadeta wê ji aliyê mamoste Dîcle Memo ve hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.
Piştre cenazeyê şehîd Sîpan Efrîn di nav tilîliyên dayikan de hat oxirkirin.