Kanala ROJAVA TV

PIŞTÎ KUŞTINA JÎNA EMÎNÎ, JÎNA GULO JIDAYIK BÛ

Piştî ku li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî bi behaneyeke ne rast ji aliyê Dewleta Îranê ve hat îşkencekirin û kuştin, gelek Jînayên din hatin dunyayê.
Li bajarê Qamişlo jî malbata Botan Gulo navê keça xwe kirin Jîna.
Bavê Jina Gulo, Botan Gulo dibêje ku kuştina Jîna Emînî ji Kurdan re êşek bû.

Jina Kurd a ciwan Jîna Emînî 16’ê Îlona sala derbasbûyî bi behaneya derketina tayekî porê wê ji aliyê polîsên qaşo exlaqî yên Dewleta Îranê ve hat kuştin lê îroj Hêvîn Fermez a ji bajarê Qamişlo porê keça xwe Jîna bedew dike û bi vê yekê diyar dike ku Jîna Emînî namire.

Piştî kuştina Jîna Emînî keçek ji malbata Botan Gulo re çêbû.

Botan û hevjîna xwe Hêvîn ji bo ji dagirkerên Kurdistanê re tekez bikin ku tevî hemû êrîşên wan ên qirkirina Kurdan, Kurd jîn dibin û qet tune nabin navê Jîna li keça xwe kirin.

Bavê Jîna, Botan Gulo ji RojavaTV re diyar kir ku kuştina Jîna Emînî bi wê hovîtiyê ji Kurdan re êşek bû.

Her wiha Botan Gulo got: “Ew piştgiriya serhildana ‘JIN JIYAN AZADÎ’ li Rojhiltê Kurdistan û Îranê dikin.

16ê Îlona îsal jî jinên Kurd, Ereb, Suriyan, Ermen û HWD li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan.

Jîna Emînî bi bîr anîn û têkoşîna Jinên Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî Dewleta Îranê silav kirin.

Her wiha tekez kirin ku wê Şoreşa Keziyan bi ser bikeve.