Kanala ROJAVA TV

JI 25’Ê ADARA 2021’AN VE AGAHÎ JI RÊBER APO NAYÊN GIRTIN

KOÇBERÊN EFRÎNÎ: EM Ê FELSEFEYA RÊBER APO LI CÎHANÊ BELAV BIKIN

Derbarê tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, koçberên Efrînî gotin, dewleta Tirk wê nikaribe felsefeya Rêber APO ji wan qut bike.

Her wiha bang li civaka navnetewî kirin ku li hemberî tecrîdê erkên xwe pêk bînin.

Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi awayek sîstematîk didome.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve bi tu awayî agahî ji Rêber APO nayên girtin.

Derbarê mijarê de koçberên Efrînî ji Rojava TV re gotin, dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê re wê nikaribe felsefeya Rêber APO ji wan qut bike.

Her wiha koçberan bang li civaka navnetewî kirin ku zextê li dewleta Tirk bike û kiryarên wê yên li dijî rêber Apo bi dawî bike.

Parêzerên Rêber APO û malbatên girtiyên li îmraliyê ji bo hevdîtinê her hefteyê du caran serî li serdozgeriyê didin.

Lê ev serlêdan her carê bi awayekî keyfî tên redkirin.