JINÊN MINBICÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ YÊN LI DIJÎ JINÊN PÊŞENG ŞERMEZAR KIRIN
Kombûna Jinên Zenûbyayê ya Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk ya li dijî fermandar Şervîn Serdar û her du hevrêyên wê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîdan re hate xwestin û hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze vîna jinan têk bibe û wan bê rêxistin bihêle.
Her wiha daxwaz ji xelkê hate kirin ku nekefin xefkên neyaran û bi hestyarî tevbigerin.
Di dawiyê de jinan bang li civaka navdewletî kirin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagiker ên li dijî herêmê bê deng nemînin.