LI ŞEHBAYÊ ROLA JINAN YA DI NAVA ŞOREŞAN DE HAT NÎQAŞKIRIN
Kongra Star û Yekîtiya Jinên Êzdî ji bo nîqaşkirina rola jinan ya di şoreşên cîhanî de, komxebatel li Şehbayê li dar xistin.
Bi durişmeya “xwedewendên azadiyê û têkoşîna li dijî rêjîmên diktetor” îro komxebat li hola çand û huner ya navçeya fafînê hat li dar xistin.
Di komxebatê de mijarên weke rola jinan ya di şoreşên cîhanî, tevgera azadiyê û şoreşa Rojava de hat nîqaşkirin.
Beşdarên komxebatê jî nêrîn û pêşnîyarên xwe pêşkêş kirin.