Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN DIRBÊSIYÊ CENAZEYÊ FERMANDAR ŞERVÎN SERDAR OXIR KIRIN

Şêniyên navçeyên Dirbêsiyê, îro bi merasîmeke girseyî cenazeyê fermandara YPJ’ê Şervîn Serdar ku di bombebarana Minbicê de şehîd bibû, li goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kirin.

Bi hezaran şêniyên navçeyê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl û hêzên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Hevseroka TEV- DEM’ê Rûken Ehmed axivî û got, dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina jinên fermandar dixwaze destkefiyên şoreşê têk bibe.

Her wiha diyar kir ku Şehîd Şervîn Serdar di dirêjahiya salên xwe yên têkoşînê de, kedeke bêhempa raber kir.

Piştre wesîqeya Şehîd Şervîn radestî malbatê hat kirin û cenaze bi axê hat spartin.