LI SER GIRÎNGIYA WERZÎŞÊ KOMXEBATEK LI REQAYÊ HAT LIDARXISTIN
Yekîtiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Desteya Ciwan û Werzîşê re , îro li Reqayê komxebatek li ser girîngiya werzîşê lidarxistin.
Komxebat li lîstikgeha el-beledî ya li bajêr bi beşdariya nûnerên ji Saziyên Sivîl û werzîşvanên ji bajarê Kobanê, Reqa, Tebqa û Dêrazorê li dar ket.
Di komxebatê de bal kişandin ser girîngiya piştgiriya ciwanan di warê werzîşê de û sererastkirina navendên werzîşê û stadyuman.
Li gorî Desteya Ciwan û Werzêşê dê komxebat li tevahî herêmêm Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin.
Derbarê mijarê de Hevserokê Desteya Ciwan û Werzêşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bozan Berkel ji Rojava TV re axivî.