ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER ÊN LI DIJÎ HERÊMÊ DIDOMIN
Xelkên Kantona Şehbayê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyê Şermezar kirin û destnîşan kirin ku Armanca dewleta Tirk a dagirker vejandina împratoriya osmanî ye.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêdetir kirine.
Dagirker di êrîşên xwe de sivîlan dike hedef û jiyana wan dixe metirsiyê de.
Li hember van êrîşan Xelkên Herêmê bi israreke mezin li ber xwe didin û bi xaka xwe ve girêdayî ne.
Xelkên Kantona Şehbayê destnîşan kirin ku Armanca dewleta Tirk ji êrîşan vejandina împratoriya Osmanî ye.
Xelkên Şehbayê dane zanîn ku êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Herêmê li ber çavê civaka navneteweyî bê ku hesab bixwaze têne kirin.
Xelkên Kantona Şehbayê tekez kirin ku ew li pişt hêzên xwe ne û wê planên Dagirkeriya Dewleta Tirk vala derxînin.