Kanala ROJAVA TV

MÎHRÎCANA ŞEHÎD RONAHÎ BAWER A GOVENDÊ LI RIMÊLAN DEST PÊ KIR

Gera 6’an a Mîhrîcana govendê ya Şehîd Ronahî Bawer bi beşdariya 23 komên ji bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha ji Helebê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran ya bajarokê Rimêlanê dest pê kir.
Di destpêka mîhrîcanê de, komên beşdar, ji pêşiya Navendê heta çerxerêya Şehîd Xebat a li Girkê Legê meşiyan û banga azadiya Rêber Apo kirin.
Paşê koma Kevneşopî ya govend û stranê ya Dêrikê mîhrîcan dest pê kir û koma Vejandina Çand Stranê ya Reqa hin berhemên xwe pêşandan.
Di roja yekemîn a mîhrîcanê de, Koma Silava ya stranê ya Kobanê, Her wiha Koma Şehîd Serhed a Helebê 4 govendên Efrînî pêşandan.
Di dawiya roja yekemîn a mihrîcanê de, Koma Kevneşopî stran gotin û beşdaran govend gerandin.
Li gorî komîteya amadekar armanc ji mehrîcanê ew e ku çanda herêmê biparêzin û çanda gelan bi rêya govendan vejînin.