LI DIJÎ TECRÎDÊ DAYIKÊN AŞTIYÊ YÊN ŞEHBAYÊ DAKETIN QADAN
DAYIKÊN AŞTIYÊ: EM Ê SÎNORAN HILWEŞÎNIN Û RÊBER APO AZAD BIKIN
Çalakiyên li hember tecrîda li dijî Rêber Apo berdewam in.
Li Şehba û Dirbêsiyê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin, gel di çalakiyan de Soza Berdewamkirina Têkoşînê heya Pêkanîna Azadiya Rêber Apo dan.Li hember tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, bertek û nerazîbênên gelê herêmê bê navber dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de Dayikên Aştiyê yên Şehbayê meşeke girseyî lidarxistin û banga Azadiya Rêber Apo kirin.
Meş ji gundê Kefir Garês dest pê kir û li qada Şaredariyê ya gundê Til Sosin ê navçeya Ehdasê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin weke dayikên aştiyê dê sînoran hilweşînin û Rêber Apo azad bikin.
Bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê çalakiyeke konvedanê bi dirûşma ‘Azadiya Serok Apo misogeriya Aştiyê li Rojhilata Navîn e’ lidarxist.
Çalakî li navçeya Dirbêsiyê bi amadebûna rêxistinên jinan, endamên PYD, TEV-DEM û Xelkên navçeyê, hate lidarxistin.
Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku ew ê şopdarên raman û felsefeya Rêber Apo bin.
Bangên Şikandina Tecrîdê û azadiya rêber Abdullah Ocalan roj bi roj zêdetir dibin, gel di çalakiyan de Soza Berdewamkirina Têkoşînê heya Pêkanîna Azadiya Rêber Apo didin.