Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎDÊN DIBISTANA SERZORÎ LI KOBANÊ HATIN BIBÎRANÎN

Encumena Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê şehîdên Dibistana Serzorî di salvegera şehadeta wan a 9’emîn de bi bîr anî.
Encumena Malbatên Şehîdan dibêje DAIŞ’ê bi hovîtiyeke mezin êrîşî Kobanê kir û ew êrîş berdewamiya Komploya li dijî Rêber APO bû.
Her wiha diyar dike ku çirûska pêşîn a Berxwedana Kobanê ji dibistana Serzorî dest pê kir û 13 lehengan destaneyeke dîrokî nivîsandin.
Encumena Malbatên Şehîdan dide zanîn ku Şehîdên Dibistana Serzorî bûn sembolên serkeftina berxwedana sedsalê ya Kobanê.
Roja 16’ê Îlona sala 2014’an grûpek ji şervanên YPG û YPJ’ê li dibistana Serzorî ya li rojhilatê bajêr heta henaseya dawiyê li ber xwe dan û çalakiya fedayî li dar xistin.