Kanala ROJAVA TV

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JÎNA EMÎNÎ HAT BIBÎRANÎN

Ji bo bîranîna keça kurd a ciwan Jîna Emînî di salvegera xwe ya yekem de û silavkirina serhildana Jin Jiyan Azadî, jinên li bakur û Rojilatê Sûriyê daketin qadan.
Jinan gotin li dijî her cûre koletî û tundiyê ew ê bê deng nemînin.

Îro jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna keça kurd a ciwan Jîna Emînî, çalakiyên cihêreng li darxistin.

Kongreya Star ya herêma Firatê bi boneya yekemîn salvegera serhildana Jin, Jiyan, Azadî meşek bi diruşmeya “Bi jin, jiyan, azadî re ber bi şoreşa jinê ve” li dar xist.

Meş ji qada şehîd Egîd dest pê kir û bi berzkirina sloganên Jin Jiyan Azadî li qada Jina Azad vegunerî mîtîngê.

Di mîtîngê de, yekemîn salvegera serhildana Jin, Jiyan, Azadî hat silavkirin.

Li aliyekî din jî Rêxistinên Jinan li bajarê Reqayê meşek girseyî bi tevlîbûna jinên di saziyan de li dar xistin.

Meş ji pêşiya avahiya Encumena Dada Civakî dest pê kir û li qada agirkujê ya li bajêr veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de daxuyanî hat dayîn û tê de hat desnîşkirin ku divê jin li her deverê li dijî zilim û tundiyê serî hildin.

Piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yê Dewleta Îranê ve, jinên li her çar aliyên Kurdistan cîhanê daketin qadan û dengê Jîna Emînî li her deverê mayîndekirin.