Kanala ROJAVA TV

JINÊN QAMIŞLO SALVEGERA SERHILDANA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ SILAV KIRIN

Jinên Kantona Qamişlo salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bi xwepêşandanekê silav kirin.

Di xwepêşandanê de bi dehan jin beşdar bûn û tê de wêneyên pêşenga serhildanê ya nemir Jîna Emînî hatin hildan û diruşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ hate qîrkirin.

Her wiha axaftin hatin kirin û hate gotin ku Ew têkoşîna jinên serhildêr li Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dikin, her wiha hate tekezkirin ku ev serhildan textê zilma dewleta Îranê hejand.

Jinan ji RojavaTV re axivîn û gotin ku ew bi dil û can piştgiriya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin.