25’Ê ÇILEYA 2015’AN MIZGÎNIYA RIZGARKIRINA KOBANÊ BÛ
15’ê Îlonê çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe ya leşkerî dest bi êrîşên li dijî Kobanê kirin her wiha Çeteyan hemû cure û çekên giran bi kar anîn, Di encamê de xelkên Kobanê koêber bûn.
Li hember êrîşên DAIŞ’ê Şervanên kobanê bi hemû hêza xwe ew êrîş vala derxistin.
Beşdarvanên şer anîn ziman ku bi ked û saya şehîdên wan Kobanê rizgar bû.
15’ê Îlona 2014’an DAIŞ’ê bi hêzeke mezin a çek û çeteyan êrîşî gundên rojavayê kantona Kobanê kir.
Piştre bi rojekê, DAIŞ’ê li eniyên Başûr, Rojhilat û Rojava jî êrîş kirin û ber bi Kobanê ve hatin.
Piştî 12 rojan ji destpêkirina êrîşan DAIŞ’ê gihaşt derdora bajêr.
Roj bi roj piştgirî ji berxwedana Kobanê re zêde bû û 1’ê Mijdarê wek roja piştgiriya berxwedana Kobanê ya cîhanê hate ragihandin, Li gelek bajarên cîhanê xwepêşandanên piştgiriyê lidar ketin.
Beşdarvanên şerê li Kobanê ji Rojava TV re axivîn û gotin: “Em bi israr bûn şerê Kobanê bi ser bixin”.
Ji aliyê xwe ve beşdarvanên şer diyar kirin ku gelek aliyan bi van pilanan dixwestin gelê kurd tune bikin.
Berxwedana gelê Kurd a li dijî terora DAIŞ’ê li Kobanê û şerê keç û kurên Kurd li seranserî dunyayê deng veda.
Heta niha jî Kobanê weke sembola têkçûna DAIŞ’ê tê naskirin.